Rojava News: Partiya PYDê biryarek derxist û têde lidarxistina xwepêşandanan li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê qedexe kir.
Piştî teqînin Til temirê ku têde bi dehan welatiyên sivîl şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn, partiya PYDê daxuyaniyek belav kir û têde kombûn û xwepêşandan di nava bajaran de qedexe kir.
Lê ji aliyê xwe ve jî çalakvanên Kurd dibêjin qedexekirina xwepêşandanan bi hinceta metirsiyên terorî, armanc jê ewe ku xwepêşandanên ENKSê werin rawestandin.
Nalîn Hesen
