DAIŞ û Sûriye bi hev re êrişî Til Eran û Til Hasil kirin!

DAIŞ û Sûriye bi hev re êrişî Til Eran û Til Hasil kirin!

Rojava News: Rêxistina DAIŞê li ser êrişên xwe yên bo ser her du bajarokên Til Eran û Til Hasil ên li derdora Helebê berdewam e.

Ev demeke ku herdu bajarokên kurdan ên li parêzgeha Helebê, Til Eran û Til Hasil rastî êrişên çekdarên DAIŞê tên.

Li aliyekê din ve dohî jî hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê  êrişî her du bajarokên kurdan ên li derdora Helebê kirin.

Li gor nuçeya ku daketiye ser malpera Rudawê; Xelkê wan herdu bajarokan dibêjin, ku hêzên hikûmeta Sûriyê li aliyekî û çekdarên DAIŞê li aliyekî din, dixwazin wan herdu bajarokan vala bikin, ji ber ku li cihên stratejîk in û her du alî dixwazin wan bajarokan kontrol bikin.

Til Eran û Til Hasil li devereke stratejîk dikeve û li derdora Helebê li bakurê Sûriyê ne.