Efrîn… PYDê çavdêriya Facebookê dike

Efrîn… PYDê çavdêriya Facebookê dike

6:33:39 PM

RojavaNews_Efrîn: Jêdereke taybet bi RojavaNews ragihand ku PYD li Bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê çavdêriya Facebookê dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, berpirsekî  Îstîxbarata Sûriyê, bi navê Eymen, niha berpirsê Posta Efrînê ye, û berpirsê “Ragihandina Azad “ a bi ser PYD ve, ku kesekî ji Kurdistana Tirkiyê ye û bi navê Heval Seyîd tê naskirin, di ber çavdêriya li ser Facebookê de berpirs in.

Herwiha jêderan dan zanîn ku beriya çend rojan, ji ber ku hin dîmenên holîkoptera ku hatibû serbazgeha YPG li gundê Estêr, hatibûn belavkirin, , ji aliyê Asayîşa bi ser PYD ve lêpirsîn bi hin çalakvan re hatibû kirin bi tuhmeta ku wan dîmenên wê holkopterê belav kiribûn, lê wan ew yek red kiribû .

Nêzîkî salekê ye ku PYDê çavdêrî daniye ser kafê nêtan li Efrînê, ku her kesê internetê veke, divê navê wê/wî li cem xwediyê kafê net were tomarkirin.

Rêdûr Qamîşilokî