Rojava News: Duh, rêxistina DAIŞê ya terorî bi tankereke sutemeniyê ku bombekirî bû, êrîşî bajarokê Îzazê kir.
Li gorî agahiyan, duh piştî nîvro, rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞê bi tankereke sutemeniyê ku bombekirî êrîşî navendeke tevgera Ehrar Elşam li rojavayê Îzazê kir .
Piştî wê êrîşî, şer û pevcûn di navbera aliyên navborî de rû dan ku di encam de hejmarek çekdarên tevgera Ehrar Elşam hatin kuştin, û hejmarek kesên sivîl jî birîndar bûn.
Nalîn Hesen
10:34:23
