Cizîrê: welatiyekê sivil hate kuştin!

Cizîrê: welatiyekê sivil hate kuştin!

Rojava News: Li Cizîra Bakûrê Kurdistan di roja 19mîn qedexekirina derketina derva de şer û pevçûn dîsa giranbûn, û îro serê sibehî  welatieyekî sivîl li ber deriyê mala xwe di gulereşina nîşangirên hêzên teybet yê dewleta Tirkiyê hate kuştin.

Li Cizîrê, Cabbar Taşkin ê 40 salî li ber mala xwe bû ermanca nîşangirên hêzên teybet yê dewleta Tirkiyê û bi granî birîndar ket, lê mixabin ji ber ku kes nikaribû bi hawara wî biçê li şuna bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li gor hatiye zanîn duh êvarê taxa Cûdî û Nûrê ji aliyê leşker û polîsên Tirkan  bi tank û topan hatin bombabarankirin.

Şanaz Emin