6:37:00 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD di girtina xortan de li Bajarê Efrînê ji bo leşkeriya neçar berdewam in, ku li gorî jêderan, çekdarên PYD li navçeya Şera li Efrînê dest bi girtina xortan ji bo leşkeriya neçar kirine û gelek xort jî girtine.
Li aliyekî din jî, serokê Desteya Parastinê li Kobanê ya bi ser PYD ve, Esmet Şêx Hesen, ragihand ku wê li Kobanê jî leşkeriya neçar di despêka îsal de were bicîkirin.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye li Efrînê di derbarê girtina xortan ji bo leşkeriya neçar 2 daxuyaniyên cuda belav kiribûn û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ENKS kiribûn ku Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê zû vegerin, herwiha daxwaz ji rêxistinên civaka navdewletî kiribûn ku guvaşan li ser PYD bikin ku dest ji kiryarên xwe berde û tevahiya girtiyan jî serbest berde.
Comerd Hemdoş
