Li Silopiyê termê 6 welatî li nav sarincokê mal û mizgeftan tên ragirtin!

Li Silopiyê termê 6 welatî li nav sarincokê mal û mizgeftan tên ragirtin!

Rojava News: Li Silopiyê ji ber qedexeya derketina derva û operasyonên hêzên dewleta Tirk  yên têne meşandin, şer û pevçûnên li deverê  derketine de  17 kesên ku hatibûn kuştin, 6 ji wan hîna li nav sarincokê mal û mizgeftê deverê hatine ragirtin ji ber ku  nekarin biçin ser goristanan.

Li navçeyê ji ber operasyonên hêzên ewlehiya dewleta Tirkiyê 17 kes hatin kuştin ku di nav wan de 3 zarok jî hene. Lê mixabin ji ber qedexeya derva xelkê deverê nikarin miriyê xwe bidin axê, hemû tax û kolanê navçeyê  ji aliyê wesayitê zirxî ve hatine dorpeçkirin.

Li morga nexweşxaneya Silopiyê ji ber ku cîh nemaye termê welatiyên kuştî li nava sarincokê mal û mizgeftan têne ragirtin,