Rêveberiyek dûrî demokrasiyê ye

Rêveberiyek dûrî demokrasiyê ye

Rojava News: Li Kurdistan Sûriyê, di dema dawî de, hin rojnamevan ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hatine girtin. Di 22 vê mehê de li bajarê Qamişlo rojnamevanê Kurd Amir Murad, sernivîserê Dengê Hêvî FM hate girtin, berî wî jî di dawiya Mijdarê de li bajarê Girkê Legê rojanmevanê Kurd Gulal Liyanî jî hatibû girtin û li bajarê Amûdê Ferîdon Qico.

Ev rojnamevan ji aliyê PYDê ve li ser tometên bê bingeh têne girtin, ku li pêş her kesekî xuya ye bê ev kes kîne, û çiqas xizmet pêşkêşkirine.

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdo li ser vê yekê ji Rojnameya Kurdistan re axivî û got:" Her hêz û desthilata ku bixwaze rewabûn û piştevaniya navdewletî bidest bîne divê maf û azadiya rojnamevanan binpê neke, lê mixabin PYDê her tişt jidest da, helbet di rêya pêkanîna kiryarên xerab li dijî kesên rojnamevan. Bila PYDê dev ji kiryarên xwe berde û demokrasiyê biparêze".

Rojnamevan Nalîn Hesen derbarê vê yekê wiha got:" Her navekî dezgehên Partiya Yekîtiya Demoqratîk, demokrasî têde heye, lê mixabin her tişt libal wan heye jibilî demokrasiyê.Tenê ragihandin ji dezgehên ser bi wê ve, ne qedexe ye, lê yên din qedexe ye û tometên bê bingeh bi wan ve vedkin, karê bi vî awayî dûrî piransîpên medya û ragihandinê ne"

Adil Ibrahîm-Hesekê