Dareşekran.. dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şîrê zarokan belav dike

Dareşekran.. dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şîrê zarokan belav dike

Rojava News: Duho rêkeftî 3 /1/ 2016an li kampa Dareşekranê ya penaberan dezgiha xêrxwaziya barzanî 600 qotî şîrê zarokan li malbatên zaroşîr belav kirin .

Ev hilmet hat piştî rawestana arikariyên gelek rêxistinên navdewletê , û di werzê zivistanêde weke hewarhatinekê ji xelkên kampanre , ji aliyê dezgiha xêrxwaziya Barzanî ve .

Hêjî gotinêye ku dezgiha xêrxwaziya Barzanî , herdemî dinav penaberan deye û navenda xwe li her kampeke heyî li herêma kurdistanê vekirye , û berdewame li ser gihandina alîkariyan ji penaberan re , ne tenê li kampan, belê berya nêzîk ji mihekê , 60 ten ji pêdawistiyên jiyanê gihandin kurdistana sûriyê jî .

Rifat Hacî