Girûpeke çekdar peyamnêrê Yekîtî Mîdiya revandin

Girûpeke çekdar peyamnêrê Yekîtî Mîdiya revandin

8:39:52 AM

 

RojavaNews: Duh girûpeka çekdar  li nêzîkî Encumena  xwecehiya ENKSê li Dirbêsiyê  peyamnêrê Yekîtî Mîdiya yê bi navê Cengîn Elîko revandin  .

Li gor agahiyên peyamnêrê Yekîtî Mîdiya  Cengîn Elîko ku ew rastî eşkenciyê hat liser destê wê girûpa çekdar û hat veguhestin bo nexweşxaneya Dirbêsiyê.

 Herweha cengîn tekez kir ku ew girûpa çekdar bi kurdî û Erebî di axivî  gotin ew bi ser Aseyşa PYDê vene û .

Wê girûpa çekdar hemû tiştê bi Cengîn re birin di nav wanda Mubaylê wî yê xilyewî.

Tê zanîn ku berî du rojan Endamekî  Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê yê bi nave Behrem Şêx Nesredîn hat revandin li ser destê girûpe çekdar û ta niha çarenivîsa wî ne diyare.

Can Yusif