Fuad Elîko: Ji ber rewşa Siyasî niha ne dema li darxistina cinêva 3

Fuad Elîko: Ji ber rewşa Siyasî niha ne dema li darxistina cinêva 3

6:07:00 PM

RojavaNews: Endamê Desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê , Fuad Elîko, ragihand ku  li gorî rewşa siyasî ya niha, ne dema  li darxistina cinêva 3 ye .

Herwiha Elîko ji RojavaNews re  got ku ta Cinêv 3 were li darxistin, divê rêjîm hin mercan bicîh bike berî ku gotûbêj despê bikin wek azadkirina girtiyên siyasî û rawestandina topbarankirina sivîlan u gihandina alikariyan bo sivîlan li deverê dorpêçkirî.

 Di derbarê serdana şanda Hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê bo Çînê, Elîko eşkere kir ku armanca wê serdanê ji bo şirovekirina nerîna opozisyonê ji biryara navdewletî ya di bin hejmara 2254.

Herweha Elîko serbar kir ku Çîn welatekî girîng e di Encûmena Ewlekariyê de ku 4 caran Vîto ji bo Sûriyê bikar aniye.

Afiya Hacî