Rojava News: Wezareta koç û koçberan ya Îraqê bi fermî tekezî li ser namzetkirina keça Êzidî Nadya Murad kir, ji bo wergirtina xelata Nubilê ji aştiyê re .
Nadiya Murad ya ku rola wê ya giring di derbarê mafê jinê de û bi taybetî berevaniya wê ji jinên Êzidiyan re yên ku di destê DAIŞê de dîl mane, ew xiste rêza kesayetiyên salê de ji bo destnîşankirinê wek wefadarî ji xebat û çalakiyên wêre.
Wek di beyannameya wezareta navborî de hatî : "namzetkirina Nadiye ji xelata aştiyê re encama kar û çalakiyên wê ne, ku banga xwe di avahiya civata ewlekariyê de û di rûniştina ku hatibû girêdan li ser( bazirganiya mirovan di şerande ) û êş û azarên hezaran ji jin û keçên Êzidiyan gihandin cîhanê , li gel êş û nexweşiyên ku derbas kirin ta ku nameya xwe gihand.
Her weha di beyannameya wezareta navborî daxwaz ji raya cihani ya giştî û rêxistinên taybetmend kir ku piştgirtina Murad bikin ,ya ku berxwedana wê hêjaye bibe sembola xebata jina cîhanê .
Rifat Hacî
10:54:49
