Hewlêr.. 6 konên penaberan li Qoştepe hatin şewtandin

Hewlêr.. 6 konên penaberan li Qoştepe hatin şewtandin

Rojava News: Şeş konên penaberên Kurdistana Sûriyê yên ku li kampa Qoştepe dimînin, îro hate şewtandin.

Mêrvan Haco endamê komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistana -Sûriya di lêdwaneke taybet ji Rojava News re got:" Îro sere sibehê , Îlktrîk hat û ji ber wê jî têlên elektrîkê gihan hev û kontak çêbû û di encama de agir bi konê Fewaz Mihemed ket".

Naborî tekez kir ku agir 5 konên din jî da ber xwe, pişte otombîlên agirkujê ew agir vemirandin.

Mêrvan Haco lêzêde kir ku Fewaz û  hevjîna wî li gel herçar zarokên xwe birîndar bûn , û hatin veguhestin bo nexweşxaniya taybet bi şewtandinê li Hewlêrê. Hate zanîn ku rêjeya şewtandinê di canê Fewaz, hevjîna wî û kurê wî gelekî zêde ye , û rewşa wan ya tenduristî Xirabe.

Nalîn Hesen

11:56:39