6:11:36 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-Cubêr, piştî civenekê bi şanderê navdewletî Stîvan De Msitura, re ragihadn ku welatê wî wê piştgiriya leşkerî, siyasî û abûrî ji sûriyan re berdewam bike.
Herwiha El-Cubêr got di civîna bi De Mistura re wan tekez kir ku wê ti bandora krîza bi Îranê re li ser piroseya hewlên pêkanîna çareyeke siyasî li Sûriyê, tine be.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê eşkere kir ku Şanderê Navdewletî encamên hevdêtinên xwe bi opozisyona Sûriyê re li Riyadê bi wan re gotûbêj kirin, bi taybetî destnîşankirina endamên ku wê bi Rêjîmê re gotûbêjan despê bikin.
