Zarokek,dayik û bavê xwe giyanê xwe ji destdan di agirê Kampa Qoştepe de

Zarokek,dayik û bavê xwe giyanê xwe ji destdan di agirê Kampa Qoştepe de

Rojava News: Şeva borî zarokê kurd yê penaber Mihemed Fewaz Mehmûd yê 11 salî  û dayika wî Kurdistan Mihemed  ya 26 salî û bavê wî Fewaz Mehmûd yên xelkê gundê Elî Gamêşin yê bi ser Dêrikêve , giyanê xwe ji destdan di encama şewata konê wande bi sedema Eliktirîkê li kampa Qoştepe ya penaberên kurdên rojava li herêma kurdistanê .

Di şeva berî de li kampa Qoştepe ya penaberan agir bi konê Fewaz Mehmûd ketibû û 6 konê din jî pê re şewitîn , di encamêde ew û hevjîna xwe digel herdu zarokên xwe bi tundî şewitîn , û hatine veguhestin li xesteya Tewarî ya Hewlêrê ,lê ji giraniya birînan dayik û bav û kurê mezin  giyanê xwe ji destdan ,û rewşa û kurê din jî gelekî di metirsiyê deye ji ber kûrbûna şewata wî , li gorî gotina  diktoran.  

Rifet Haci