Rojava News: Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û 2 partiyên din bi daxuyaniyekê endamtiya xwe di Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê “ragirtin.”
Li gorî nuçeya K24ê: Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyonê, bi navê opozîsyona hundir tê naskirin, PYD jî yek ji damezrêner û pêkhateyên sereke yê wê hêza opozîsyonê bû.
PYD û her du partiyên din jî di daxuyaniya xwe de anîne ziman ku, Desteya Hevahengiyê rêz li rêkeftinên xwe yên ligel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk negirtiye.
Lewma PYDê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Suryanî, endamtiya xwe di nav Desteya Hevahengiyê de ragirtin.
Desteya Hevahengiyê beşdarî kongreyê Riyadê yê opozîsyona Sûriyê bibû, nûnerên wê jî di nav Desteya Danûstandinan a Opozîsyonê de cih girtin.
Desteya Danûstandinan jî, red kiribû ku Hevserokê PYDê, Salih Mislim bibe yek ji endamên wê.
