Li gundawrên Ezazê şer û li Efrînê topbarankirin e

Li gundawrên Ezazê şer û li Efrînê topbarankirin e

4:21:58 PM

RojavaNews: Şer û pevçûnên di navbera çekdarên Ceyş El-Siwar a bi ser çekdarên YPG ve û çekdarên Îslamî li gundewarên Ezazê li nêzîkî sînorê rojhilatê Efrînê, berdewam dikin.

Çekdarên Îslamî, gundên Malkiyê, Tineb û Keştearê, yên gundewarên Ezazê ku di bin kontrola Ceyş El-siwar de ne, bi hawin, rokêtên katyoşa û topên Cihenim topbaran kirin.

Herwiha li başûrê Efrînê jî li gundê Basûfanê, şerûpevçûn di navbera çekdarên YPG û girûpên Îslamî de derketin û heya berbanga sibehê dirêj kirin, ku çekdarên Îslamî bi hawinan gundê navbûrî topbaran dikirin.

Comerd Hemdoş