Efrîn..Çekdarên PYDê Endamekî PDK_Sê girt

Efrîn..Çekdarên PYDê Endamekî PDK_Sê girt

RojavaNews_Efrîn: roja Pêncşembê 7.1.2016 e , Asyîşa PYDê ser mala hevalê PDK_Sê (Rênas Ebdurehman) Endamê Encumena (nahiya Şeranê-bajarokê Meydankê), yê Partiya Dîmoqrata Kurdistana _Sûriyê PDK_Sê û Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanê Dîmoqrata Kurdastana- Rojava  girtin û berve ciheke nediy ar birin.

Derbara  bûyerê de , Çavkaniyeke ji Partiya PDK_Sê Daxuyaniyek belvkir û kiryarên PYDê derheqa Heval , dost û hemwelatiyê herêma Efrînê de Şermezar kir.

PDK_Sê daxwaz ji Rêxistinên Sivîn yê herêmî , Nêvdewletî û Dezgehên Peywendîdar kir . ku dengê li PYDê bikin , daku êdî kiriyarên xwe derheqa welatiyên Kurdistana Sûriyê , dost û Hevalên wê , rewstîne.

Bahoz Rojavayî