Şêxmeqsud dîsa rastî topbaranê hat

Şêxmeqsud dîsa rastî topbaranê hat

Rojava News: Girupên Îslamî yên tunderew (Cehbet El-Nusra û Ehrar El-Şam), careke din bi çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsud ya Kurdan  li Helebê kirin.

Li gorî agahiyên Rojava News, duh Êvarî Cehbet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi topên hawinê êrîşî taxa Şêxmeqsud ku piraniya neşteciyên wê kurd in, kirin.

Hate zanîn ku di wê topbaranê de 3 sivîl yên bi navê Nuh Mislim  (44salî), Aya Eluş (15 salî )û Fatma (53 salî) bi giranî birîndar bûne, herweha ziyanên madî jî rû dane.

Nalîn Hesen

08:26:25