Rojava News: Duh, Cendirmeyên Tirkiyê yên Sînorî bi tundî li welatiyekî Kobanî da û gelek berçeyên canî wî şikandin.
Li gorî agahiyan, di dema ku welatiyê bi navê Mihemed Qadir Şêxo hewil dida ku ji Kurdistana Sûriyê derbasî Kurdistana Tirkiyê bibe, li nêzîkî gundê Elî Kor yê li Rojavayê Kobanî ji aliyê Cendirmeyên Tirkiyê ve hate girtin. Piştre ew birin xaleke Leşkerî li nêzîkî sînor ji aliyê Kurdistana Tirkiyê ve.
Yek ji malbata Şêxo ragihand ku Cendirmeyan bi tundî Mihemed Şêxo êşkence kirin û paşî ew avêtin alî Kurdistana Sûriyê. Herweha ji ber giranbûna birînên wî hate veguhestin bo nexweşxaniya Elemel li bajarê Kobanî.
Li gorî nojdaran , Şêxo pêdiviya wî bi demekê dirêj heya da ku birînên wî bêne çareserkirin ji ber ku gelek cihên canî wî hatine şikandin,û derbeyek mezin di çavê xwe de yê rastê xwariye.
Nalîn Hesen
09:05:51
