Rojava News: Ofîsa Ragihandinê ya Lîwaya Siwar El-Reqa: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî dema gundekî bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.
Hat gotin li gundê Şifake yê rojavayê Eyn Îsayê pênc welatiyên sivîl bi navê Xelef Esker û sê zarokên xwe ligel keça birayê wî di encama bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî de jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê din ve balafirên hevpeymaniyê duhî li navenda Reqayê jî li gelek cihan dan û gelek ziyan gihandin wan.
Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê herêma Girê Spî û niha di bin kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk de ye.
