Çekdarên DAIŞê Minbcê dorpêç dike û rê nade kesek derkeve

Çekdarên DAIŞê Minbcê dorpêç dike û rê nade kesek derkeve

4:07:34 PM

RojavaNews: jêdereke taybet ji RojavavNews re got , çekdarên DAIŞê ew bajar bi temam dorpêç kirine û rê nadin kesekî ku derkeve.

Li gorî wê jêderê jî, çekdarên DAIŞê piştî ku, bi sedan ji malbatên wan ji Minbcê derketin, niha rê li ber xelkê wê derê digire ku jê berkevin.

Ji ber metirsiya ku Bajarokê Minbicê ji dest wan biçe, DAIŞê ew bajarok dorpêç kiriye, bi taybetî piştî ku hêzên bi navê Sûriyaya Demokrat li şerê başûrê gundewarên Kobanê despê kiribû.

Şerûpevçûnên li gundewarên Ezazê berdewam dikin

Îro sibehê, şerûpevçûnên di navbera çekdarên Ceyş El-Siwar a bi ser hêza bi navê sûryaya Demokrat û bi ser çekdarên YPG ve, û çekdarên Îslamî li gundewarên Ezazê berdewam dikin.

Li gorî zanyariyan, çekdarên Îslamî li ser wan gundên Keştear, Malkiyê û Şiwarxe yên  gundewarên Ezazê ku berya çend rojan ketibûn bin kontrola Ceyş El-Siwar, dest bi êrîşekê kiribû ku di encamê de şerekî giran derket.

Comerd Hemdoş