4:18:26 PM
RojavaNews: Şerûpevşûnên di navbera hêzên bi ser Artêşa Azad ve li Çiyayê Kurmênc û çekdarên rêjîma Sûriyê û milîşên Hizbulaha Lubnanî de, berdewam dikin.
Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, balafirên Rûsî çend êrîşên esmanî li Çiyayê Kurmênc pêk anîn û di encamê de bi dehan ji çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin, herwiha çekdarên artêşa Azad jî, bi dehan ji çekdarên rêjîm û Hizbulaha Libnanî jî kuştin.
Li aliyekî din jî, balafirên Rûsî, çekdarên DAIŞê li Bajarê Reqayê bombebaran kirin û di encamê de 16 çekdar hatin kuştin lê hêjî regeznameya wan nehatiye zanîn.
