Rojava News: Çekdarên PYDê li bajarokê Rimêlan, nişteciyên wî bajarokî agehdar kirin ku nav û helwêsta xwe li komînên ser bi Rêveberiya Xweser tomar bikin.
Welatiyên bajarokê Rimêlan ku wek navendeke petrolê tê naskirin, ragihandin Çekdarên PYDê ew agehdar kirine, biçin komînan û nav û alîgiriya xwe ya siyasî li gel wêneyekî tomar bikin.
Welatiyan dan zanîn ku metrsiyeke mezin li cem wan kesên ku ne alîgirê Rêveberiya Xweser in û eger heye ev kiryar bibe sedema ku ji karê xwe werin dûrxistin.
10:40:51
