Rojava News: Duh, endamê komîteya xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê yê bi navê Seyf Eldîn Ehmed Berazî li ser destê Çekdarên Sotoro Şehîd ket.
Jêderkî taybet ji Rojava News re eşkere kir ku duh bi şev, şer û pevçûnên giran dinavbera çekdarên PYDê û çekdarên Sotoro li taxa Elwiste li Qamişlo rû dan û di encam de kuştî û birîndar çê bûn.
Wî jêderî tekez kir ku di encama wan şer û pevçûnan de endamê komîteya xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê yê bi navê Seyf Eldîn Ehmed Berazî li ser destê Çekdarên Sotoro Şehîd ket
li gorî jêderên Rojava News ew şer rû da piştî ku Sotoro bi armanca parastina Taxa El-Wista ku piraniya wê Xiristiyan in, hemû deriyên ku diçin wê taxê girtin, ku ev yek jî bû cihê nerazîbûna çekdarên PYDê û di encam de şer û pevçûn derket."
Tê zanîn ku Sotoro yek ji damezînerê Hêzên Sûriyay Demoqratic e ku YPG û YPJ jî di nava wê hêzê de ne.
Nalîn Hesen
13:04:37
