TEV-DEM: Xortên xwe ji bo leşkeriya neçar vegerînin

TEV-DEM: Xortên xwe ji bo leşkeriya neçar vegerînin

1:48:36 PM

RojavaNews: TEV-DEMê li Efrînê daxwaz ji endamên xwe kir ku jibo leşkeriya neçar xortên xwe ji Ewropa vegerînin

Piştî civîna fireh a TEV-DEMê li Efrînê, navbûrî çend biryar standin, ya herî girîng jî ew bû ku wê rêxistinê daxwaz ji endamên xwe kir ku xortên xwe ji bo leşkeriya neçar vegerînin Efrînê.

Ev yekem car e ku TEV-DEM îtîraf dike ku gelek ji endamên wê, xortên xwe şandine welatên Ewropa, ji ber vê jî li wan ferz dike ku xortên xwe vegerînin.

Li aliyekî din jî çekdarên PYD berdewam li Efrînê xortan ji bo leçkeriya neçar digire, ku ew jî bûye sedem ku piraniya xortan ji Efrînê derkevin û berên xwe bidin derve.

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, li Efrînê, di wê derbarê de jî gotibû ku PYD bi wan kiryaran dixwaze xortên mane jî koçber bibin.