4:44:26 PM
RojavaNews: Sekirdeyê Encûmena Nitşmanî ya kurd li Sûriyê, Mislim Mihemed, di daxuyaniyeke taybet de ji Ajansa RojavaNews re ragihand ku wê ENKS ji sibe Roja Pêncşemê ve dest bi komkirina îmzeyan ji bo telvlîkirina dosya Doza kurd li Sûriyê, di nav gotûbêjên Jenêv 3 de bike.
Mihemed da zanîn ku komkirina îmzeyan hem li Kurdistana Sûriyê û hem jî li welatên derve jî wê despê bike.
Di derbarê armancên wê kampaniyê de, Mihemed got armanc jê ew e ku dengê gelê kurd bigihînin civaka navdewletî da ku dosya doza kurd bibe yek ji dosyeyên gotûbêjan di Jenêvê 3 de, ku di dawiya vê mehê de tê lidarxistin.
Herwiha Mihemed got komkirina îmzeyan, wê heya berî lidarxistina Jenevê 3 berdewam bibe da ku piştre radestî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî bikin.
