Rojava News: Duh partiya PYDê di biryareke nû de1000$ baca gumrikê li ser her kesê ku dixwaze seredana Kurdistana Sûriyê bike, sepand.
Rêveberiya ku nav lê tê kirin rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve duh, biryarek nû di bin navê ( pirojeya guhartina biryara leşkeriyê )derxist û têde hatiye: "her kesê ku ji dervî Rojava ne û îqama û nasnameyên biyanî li gel wan e , ku diwazin seredana Rojava bikin divê her carekê ku derbasî rojava bibin, 1000$î bidin wekê bacê ( 1000$ dike 400.000 leyreyên Sûrî) "
Ev biriyar bû cihê dilgiraniya gelê Kurd û derxistina biryarek wisa bi şaşî û şermiyê wesif kirin.
Nalîn Hesen
11:37:16
