Rojava News: Li Bakurê Kurdistan êrîşek çekdarî li rêveberiya Ewlehiya navçeya Çinarê ya bi ser Amedê encam da 5 kes hatin kuştin 39 jî birîndar bûn.
Şevê din Binkeha Ewlehiyê ya navçeya Çinarê ya bi ser Amedê tuşî êrîşeke çekdarî hat 2 jê polis û 3 sivîl hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn.
Li gor hatiye zanîn; Êrîş bi otomobîleke bombekirî hatiye kirin û piştî êrîşê jî şer di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên nêzîkê PKKê de domiye.
Piştî teqînê û şer bi ambûlansan gelek mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya ya navenda Çİnarê û Amedê.
Li gorî hatiye ragihandin avahiyeke ewlehiyê ya 2 qatî ji binî ve hatiye têkbirin.
