Chomsky bersiva Erdogan da: Kêsê ku kiryarên li beranber kurda şermezar dikin suçdar dike!

Chomsky bersiva Erdogan da: Kêsê ku kiryarên li beranber kurda şermezar dikin suçdar dike!

Rojava News: Profesor Noam Çomsky  "Tirkiyê,  DAİŞê ku bi gelek aliye Erdoğan piştgiriya wê kiriye tomatbar dike, piştgiriya EL Nusra ya ku  qat ferqa wê ji DAİŞê tunneye dike. Û Erdogan wan kesê ku kiryarên DAİŞê li beranber hêzên kurd yê li Suriyê û Iraqê  şerdikê şermezar dikin,  suçdardike, ma pêvistî bi şîroveyekedin heye?”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan pêr di civîna Konsolsên Tirkiyê de gelek zanist û rewşenbîr bi dijitayiya Tirkiyê tomatbar kirin û derbarê yê nav welatê xwe de jî lêpirsîn da destpêkirin û ji yê biyanîre jî rexneyên tund rêkirin û bi teybet ji bo Noam Chomsky jî got; “Ji bo ku rastiyan bi çavê xwe bibîne bila  Prof. Noam Chomsky were Tirkiye û bi cave xwe bibînî.”

 

Profesor Noam Çomsky  di daxuyaniya xwe ya jib o rojnameyan de got "Tirkiyê,  DAİŞê ku bi gelek aliye Erdoğan piştgiriya wê kiriye tomatbar dike,  piştgiriya EL Nusra ya ku  qat ferqa wê ji DAİŞê tunneye dike. Û Erdogan wan kesê ku kiryarên DAİŞê li beranber hêzên kurd yê li Suriyê û Iraqê  şerdikê şermezar dikin, suçdardike, ma pêvistî bi şîroveyekedin heye?”

 

Erdogan di derbarê 1128 pispor û akademisyenê Tirkiyê bi rexneyên giran lêpirsîn da destpêkirin  û ew bi muçexwerî,  rewşankorî, û xiyanetê tomatbar kirin, çima  wan akademisyanan ji bo rawestandina şer durişmên “Hertişt bi aşitî tê çareserkirin” û  “Em nabin  şirîkên tawanê şer” Hildabûn.