5:27:57 PM
RojavaNews: Îro Roja Pêncşemê14 . 1 . 2016, Rêxistina DAIŞê 16 dîlên Aşûrî ku DAIŞê ji Til Temirê revandibûn serbest berdan.
Jêdereke RojavaNews ragihand, ku Rêxistina DAIŞê 16 kesên ku li cem xwe dîl girtibûn, serbest berdan.
Herwiha li gor Dêra Aşûriyan li Parêzgeha Hesekêjî, hîn 60 dîl li cem DAIŞê girtî mane.
Ev cara sêyem e, ku Rêxistina DAIŞê hejmarek dîlên Aşûrî, piştî gotûbêjên nihênî bi Dêra Aşûrî re, serbast berdide.
Rêxistina DAIŞê di 23 . 2 . 2015an de, êrîşî gundewarên Til Temer kiribû û bêtirî 235 sivîlên Aşûrî ji wê deverê dîl girtibûn.
Afiya Hacî
