Şelal Gedo: Biryarên PYD rêjeya koçberiya ciwanan zêdetir dike

Şelal Gedo: Biryarên PYD rêjeya koçberiya ciwanan zêdetir dike

5:30:32 PM

RojavaNews: Di derbarê proje yasaya nû ya leşkeriya neçar ku rêveberiya bi ser PYDê ve belav kiriye, Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Şelal Gedo, ji RojavaNews re ragihand, ku Biryarên PYD koçberiya ciwanan ji Kurdistana Sûriyê zêdetir dike , û bêtir nerazîbûnê li nav milet di civakê de belav dike.

Herweha Gedo serbar kir ku encamên ferzkirina leşkeriya neçar, ji aliyê PYDê ve, dê guhertinên dîmugrafî yên mezin li Kurdistana Sûriyê çêbike.

Gedo tekez kir ku, ferzkirina biryaran ji aliyê PYDê ve, dikeve nav berjewendiyên Partîtiyê yên teng.

Afiya Hacî