Li kampên Domîz û Fayde jî komkirina îmzeyan despê dike

Li kampên Domîz û Fayde jî komkirina îmzeyan despê dike

4:14:28 PM

RojavaNews: Îro li herdu kampên Domîz û Fayde yên li Dihokê, komkirina îmzeyan ji bo tevlîkirina dosya doza kurd li Sûriyê di gotûbêjên Jenev 3 de despê kirin, ku Encûmena Nitşmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, bi wê kampaniyê radibe.

Duh jî li taxa rojava ya Bajarê Qamişlo û li bajarokê Girkê Legê, kampaniya komkirina îmzeyan despê kiribû û îro jî li taxa rojhilat a Qamişlo despê dike.