Li Girkê legê bi helbest û simînaran dixwazin koçberî raweste

Li Girkê legê bi helbest û simînaran dixwazin koçberî raweste

Rojavanews: Şeva borî li hola ENK_S ya li bajarokê girkê legê, simînarek li ser şûnmayên koçberiyê û bandora koçkirina  xelkê ji kurdistana sûriyê, di pêşerojê de li ser Dîmografiya heremê hate li darxistin.

Li ser daxwaza komîteya amadekar ya helbesta kurdî weke helmeteke bangewaziyê di nav milletde  dijî koçberkirinê , li  hola ENK_Sê ya li girkê legê , bi amadebûna gurûpek rewşenbîr û çalakvan ,  û hin ji rêxistinên civaka sifêl ,şevbiwêrkeke  rewşenbîrî hate li darxistin .

 di şevbwêrkêde , Dr Şefîq Ibrahîm simînarek ji bal Encumena Neştergerî ya Girkê legê ve xwend , têde şûnmayên koçberiya ku li Kurdistana Sûriyê tê kirin anîne berçav , û bandore wê liser civak û rewşa heremê di pêşerojê de  û pêwistiya peydabûna hevrêziyeke kurdî bi zûtirîn dem were çêkirin  de ku şawenda koçberiyê nemîne .

paşê çend helbestvanên daxwazkirî dest bi ristina helbestan kirin ku li ser rewş a Kurdan û koçberiyê hatibûn amadekirin .

 

Rifat Haci