5:01:20 PM
RojavaNews: Duh roja înê 15 . 1 . 2016 Ofîsa ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, kongreyeke rojnemevanî li Qamişlo, derbarê hilmeta komkirina îmzeyan, ku wê radestî Sekertêrê giştî yê Netewê Yekgirtî Ban kî Mon bikim, li darxist.
Herweha Di wê kongreyê de hat xuyakirin ku armanc ji wê hilmetê ew e ku çareseryeke siyasî ji doza Kurd re li Sûriyê li ser maseya Jinêv3 were gengeşekirin.
Endama Ofîsa raghandinê ya ENKS, Necah Hîvo, ji RojaveNews re ragihand, ku Encomena wan dixwaze dengê gelê Kurd bighîne Netewên Yekgirtî .
Herweha Hîvo diyar kir ku ew tu pêkhateyekê ji wê hilmetê dûrnaxînin û armanc jê ew e hebûna miletê Kurd û yekrêziya Kurdan li Sûriya yê biparêzin.

Zozan Yusif
