Kobanê: Ji ber teqîna mayînê welatiyekî jiyana xwe jidest da

Kobanê: Ji ber teqîna mayînê welatiyekî jiyana xwe jidest da

Rojava News: Li gundekî  bi ser  Kobanê ji ber teqina mayina bermayiya çekdarên DAİŞê welatiyekî jiyana xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn li Kon Eftarê ku  dikeve başûrê Kobanê mayîneke personelî ku ji aliyê DAİŞê ve hatibû çandinîn bi welatiyê bi nave  Eyûb Mihemed Xelef  de teqiya û welatiyê 36 salî jiyana xwe ji dest da.  Weltiyê bi nave Mehmûd Bozan yê ji Cortanikê, Mihemed Miso û Mustefa Ehmed birîndar bûn.

Birîndar jî rakirin nexweşxaneya bajêr.

 

Şanaz Emin