Barzanî û Balyozê Brîtanya tekezî li ser hemahengiya Pêşmerge û hevpeymanan kirin

Barzanî û Balyozê Brîtanya tekezî li ser hemahengiya Pêşmerge û hevpeymanan kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.

Roja çarşem 20.01.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Iraq û şanda li gel kir.

di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiya Iraq û navçeyê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li parêzgehên Enbar, Nînowa û parêzgehên din ê Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.

Her di vê kombûnê da di derbarê qeyrana aborî û rêgeyên rûbirûbûna vê qeyranê û her wiha kêşe û qeyranên siyasî û tayîfiyên Iraqê û aştiya nîştîmanî de danustandina bîr û ramanan kirin.

09:02:38