Dêrik.. artêşa Tirkiyê gulle berda komeke welatiyên gundê Sermesaxê

Dêrik.. artêşa Tirkiyê gulle berda komeke welatiyên gundê Sermesaxê

Rojava News: Duh artêşa Tirkiyê gulle berda komeke welatiyên gundê Sermesaxê yê bi ser bajarê Dêrikê ve.

Li gorî agahiyan, duh piştî nîvro, bi dehan gundiyên Sermesaxê li nêzîkî sînorê Kurdistana Tirkiyê kombûn, û nerazîbûna xwe derbarî derbasbûna artêşa Tirkiyê bo gundê wan nîşan dan û gelek siloganên bi zimanê Kurdî dijî wê yekê avêtin.

Di dema ku ew gundî nêzîkî sînor bûn, artêşa Tirkiyê gulle berdan esman daku xelk bitirsin û dûrî sînor bikevin, lê tu kes birînda nebû.

Tê zanîn  ku artêşa Tirkiyê gelek caran sînorê Kurdistana Sûriyê bizandiye û gelek cih jî dagîr kiriye.

Nalîn Hesen

09:52:18