Rojava News: Duh êvarî, balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî, gelek pêgehên DAIŞê li derdora Şedadê a li başûrê Hesekê bombebaran kir û di encam de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyan, DAIŞê zêdetirî ji 6 êrîşan li derdora Şedadê li dijî DAIŞê pêk aniye.
Ew êrîş li derdora rêbenda Elhemad , û rojhilatê Şedadê hate encamdan ku li gorî agahiyên destpêkî 15 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn .
Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bi berdawamî pêgehên DAIŞê li Şedadê û gundewarê Hesekê dike armanc.
Nalîn Hesen
11:20:34 AM
