Rojava News: Ji bo ku şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bê sekinandin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur, Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Hereketa Azadî û Partiya Kurdistanî (PAKURD) konferanseke hevpar li dar dixin.
Partiyên kurdî di 6-7ê Sibata 2016an de li Amedê ji bo dengê banga aştîyê û berhema îradeya hevbeş, bi serenavê “Konferansa Perspektîfa Çareserîya Siyasî û Bidawîanîna Şerê Li Kurdistanê” konferanseke du rojî hate destpêkirin.
Mijara konferansa partiyên nav borî “Destnîşankirina pirsa kurd û Kurdistanê”, “Wêrankarî û bêçareserîya şer” û “Perspektîfên çareserîyê û rêyên wê” ye.
Li ser van hersê madeyan dê 3 panelên cihê werin çêkirin. Piştî ku panelîstan dîtinên xwe pêşkêş kirin, beşdarên konferansê interaktif dikarin beşdarî munaqeşeyan bibin.
Beşdarên konferansê; mûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, nûnerên Sazî û Dezgehên Civakî yên Sivîl, şahidên nişteciyên ku şer lê diqewime, akademîsyen, ronakbîr û bîrewerên Kurdistanî ne.
