9:33:19 PM
RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê berdewam navendên YPG li Efrînê û gundewarê Ezazê armanc dike, bi taybetyî jî gundên Efrînê.
Ji 3 rojan ve berdewam topên Tirkiyê gundên Efrînê armanc dikin û di encamê de jî çend kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hinek din jî birîndar bûne.
Topxaneya Tirkiyê ji paşîva îro ve, bi 10 topan herdu gundên Qîbarê û Stêr armanc kirine, ji bilî gundên Mezre’ê, Meryemînê( piraniya nişteciyên wan ereb in), Qitmê, Qîbarê û derdora gundê Mehreskê, ku duh rastî topên tirkiyê hatibûn.
Tê zanîn ku serbazgeheke YPG li gundê Stêr heye, ku berya niha jî balafirên rêjîmê çend caran hatibûn wê derê.
Ji ber pêşveçûna YPG li gundewarê Ezazê, bi taybetî ku îro roja Duşemê Bajarokoê Til Rifatê kontrol kirin, Tirkiyê navendên YPG armanc dike, ku Tirkiyê gotibû ji bo ku YPG Bajarê Ezazê kontrol neke, wan dest bi topbarankirina YPG kir, ku heya niha 3 çekdarên wê jiyana xwe ji dest dane û çen ên din jî birîndar bûne.
Bi kontorlkirina Til Rifatê, tenê Ezaz li pêş YPG dimîne ku karibe deriyê Bab El-Selamê yê sînorî bi Kurdistana Tirkiyê re kontrol bike.
Ji ber berdewambûna ketina topan, rewşek nerihetiyê û metirsî li cem xelkê çêbûye, bi taybetî ji ber berdewambûna topbarankirin û şerûpevçûnan.
