Şandeke ENKSê bi rawêjkarê serokê Frensayê re civiye

Şandeke ENKSê bi rawêjkarê serokê Frensayê re civiye

Rojava News: Li gorî daxuyaniya ENKSê ku şandeke encumenê li Elizê bi Davîd Vatiş rawêjkarê serokê Frensayê re civiye, di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî, mirovî û aborî li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Herweha şand encumenê ku ji serokê wê Îbrahîm Biro, û Karmîran Haco û Siyamend Haco endamên komîteya peywendiyên derve pêk dihat, di wê civînê de behsa rewşa Kurdên Sûrî di hemû waran de kirin, herweha ronî dan ser kongirê Ceneva 3an , û tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê bo rojavayê Kurdistanê ta ku şerê DAIŞê bikin û deverên xwe biparêz in û mafên Kurdan di dewleteke Fidralî de bidest bûnin.

Li gorî wê daxuyaniyê,  rawêjkarê serokê Frensayê ji aliyê xwe ve jî tekez kir ku welatê wî dê helwistên xwe derbarî Sûrî de bighure, û tekez kir ku derbasbûna pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê bo rojavayê Kurdistanê dikve berjewendiye hevpeymaniya navdweletî .

Nalîn Hesen

12:29:45 PM