Şehîdê komkujiya Şêxmeqsudê giha 18 kesan!

Şehîdê komkujiya Şêxmeqsudê giha 18 kesan!

Rojava News: Di encama topbarana komên tundrewê terorîstî El Nusra û Cephet El Şam  ya bi ser ser taxa Şêxmeqsûdê de  hejmara welatiyên sivîlên  ku jiyana xwe ji dest dane giha 18 kesan her weha birîndar jî gihanê 60 kesî.

Hat zanîn topbarana bi ser malê welatiyê sivîl yê taxa Şêxmeksûd ku ji dohî ve destpêkiriye bê navber didome.

Li gor zanyariyan li taxê gelek mal wêranbûne û ji dohî ve kesên birîndar k udi bin kawila de mane ji aliye welatiya ve tene derxistin, gelek birîndar jî hîna dibin kavila de asê mane.

Bi topbarana ku îro jî di didomê  jimare şehîdan gihaye 18 kesan.

Topbaran aniha jî berdewame.

10:26:14