Rojava News: Li Silopiyê di encama topbarankirina malekê de ji aliye hêzên dewleta Tirkiyê ve 4 sivîlên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Li bakurê Kuedistan li navçeya Şirnex Silopiyayê, ku “qedexeya derketina derve” doh careke din hat îlankirin, hêzên dewleta Tirk bi tank û topa li taxa Barbarosê komkujiyeke hovane pêkanîn.
Hêzên dewleta Tirk bi tankan li maleke li taxa Barbarosê dan û ji ber vê bomberdûmanê sivîlên bi navê Îsa, Ahmet, Mûhyettîn û Sadettîn Tongûç ên ji hemman malbatê hatin qetilkirin.
