Fesîleyên çekdar careke din Taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin

Fesîleyên çekdar careke din Taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin

5:57:23 PM

RojavaNew: Rewangiha Sûrî ya mafên mirovan, îro Çareşemê, ragihand ku, fesîleyên Îslamî yên çekdar careke din taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin.

Herwisha Rewangihê diyar kir , ku fesîleyên Îslamî yên çekdar bi qenîneyên xazê êrîşî taxê kirin, û di encamde hijmarek birîndar ketin.

Tê zanîn duh 18 sivîl  di nav wan de 3ê zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan, di encama topbaranê de.