Li Kobanî teqîn: 2 kuştî 1 birîndar!

Li Kobanî teqîn: 2 kuştî 1 birîndar!

11:21:21

Rojava News: Li gundê Qulanê yê bi ser Kobaniyê ji bermayiyê rêxistina terorîstî DAIŞê mayinek  teqiya, di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Li gundê Qulanê ku dikeve başûrê Kobanî, dema welatiyan torbeyên genim ji malê derdixistin mayîna ku terorîstên DAIŞê di dema dagirkirina gundan de çandibû, teqiya.

Di encama teqînê de welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn li cihê teqînê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên bi navê Îsmaîl Qadir (40) û Faris Hecî (50) jî birîndar bûn û birin Nexweşxaneya Emel a Kobanê.

Lê tevî hewildanên bijîşkan jî Faris Hecî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îsamîl Qadir ku rewşa wî giran e, veguhestin bajarê Qamişlo.