Kobanî: Mayîna bermayiyê DAİŞê teqiya- 8 cangorî!

Kobanî: Mayîna bermayiyê DAİŞê teqiya- 8 cangorî!

Rojava News: Li gundê Derb Hesen li başûrê bajarê Kobanê mayîneke teqiya û di encamê de 4 welatyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 welatiyên dîn jî birîndar bûn.

Mayinek li gundê Derb Hesen li başûrê bajarê Kobanê  teqiya di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 welatin jî birîndar bûne, û hemû ji gundê Metinê ne.

Hat zanîn ew mayîn ji paşmayên DAIŞ ye ku piştî derxistina wan ji Kobanî, di nav gundan de çandibûn.

Tevî ku tîmên endazyarî yên mayînan li Kobanî gelek mayînên çandî ji kar xistin, lê hîn jî li hin gundan, mayînên DAIŞê hene û hemwelatyên suvîl dibin qurbaniya wan mayînan.