Ceyş El-Îslam li ser taxa Kurdan çeka kîmyawî bikar aniye!

Ceyş El-Îslam li ser taxa Kurdan çeka kîmyawî bikar aniye!

Rojava News: Ceyş El-Îslam mukir hat ku çekên kîmyawî li taxa Kurdan Şêx Meqdûs a Helebê bikar aniye

Ceyş El-Îslam di daxuyaniyeke de ragihand, çekdarên wan çekên kîmyawî di topbarankirina Taxa Şêx Meqsûd de bikar anîne û fermandarê meydanî biryara bikaranîna gazên qedexekrî daye û ew fermandar ji bo dadgeha leşkerî hate şandin.

Di daxuyaniya Ceyş El-Îslam de wiha hat gotin,  dema bersivdayîna êrişeke li hemeberî şervanên Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YGP) de li ser rîya Kastêlo, fermandarekî wan yê meydanî li Helebê çekên qedexekirî bikar anîye.