Amerîkayê soza alîkariya Herêma Kurdistanê da!

Amerîkayê soza alîkariya Herêma Kurdistanê da!

12:27:29

 

Rojava News: Duh piştî nîvro 08.04.2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel, bi wezîrê derve yê Amerîkayê re civîyan.

Li gor ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtina şandeya Herêma Kurdistanê ya li gel wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry û hejmarek li berpirs û dîplomatên Amerîkayê, rewşa bi giştî herêmê û krîza darayî ku Iraq bi gişî jiyan dike û bi taybetî bandora krîzê ya li ser herêma Kurdistanê, herwaha li gel rewşa ewlekariyê ya li herêmê û sere dijî terorîstên DAIŞê û pêngavên di pêşerojê de di navbeyna Hewlêr û Bexdayê û hêzên hevpayman de ji bo azadkirina Mûsilê bên avêtin û peyvendiyên dûalî yên di navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku herdu alî ji bo bihêzkirina peyvendiyên dualî yên di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de di gelek aliyan de pêdiviyek e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir ku, di civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê, amadekarbuna welatê xwe ya di derbarê krîza aborî û darayî de, ji bo alîkarî dayîna bi gistî Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybet diyar kiriye. Herwaha ji bo berdewam kirina alîkariyên hêzên Pêşmerge, li şerê dijî DAIŞê diyar kirine û di vê derbarê de rola xelkê, hikûmetê û hêzên Pêşmerge di rawestandina metirsiya terorê de û serkeftinên berdewam ên hêzên Pêşmerge yên li dijî terorîstên DAIŞê bi nirxekî bilinde ve hatine nirxandin.

Herwaha di civînê de, rola hêzên hevpeyman li şerê dijî terorîstên DAIŞê bi giştî û bi taybetî jî rola Amerîka û alîkariyên wê yên leşkerî û mirovî yên hêzên hevpeymanan bo herêma Kurdistanê û Pêşmerge hatin gotûbêj kirin.