12:47:59
Rojava News: Fransayê ragihand, ofîsa YPGê li Parîsê nayê vekirin û nûçeyên bi wî jî rengî jî derew in.
Çend roj berê dihat gotin ku YPG dê li Parîsê ofîsa xwe veke lê hikûmeta Fransa li ser vê yekê daxuyaniyek da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa, Romain Nadal nûçeyên han derewand û ragihand, muxatebê Fransa, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) e.
YPGê hefteya borî li paytexta Çêk-Pragê ofîsa xwe vekiribû.
Hevserokê PYD Salih Mislim çend roj berê gotibû, em dixwazin li Parîsê jî ofîsa xwe vekin. YPG girêdayî PYDê ye.
